ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin, wê bê şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Karasû diyar kir, AKP a ku piştî têkçûna li Garê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, hewl dide desthilatdariya xwe rizgar bike û got, "Çawa ku gerîla li Zapê dagirker têk bir, di vê êrişê de jî wê têk bibe."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan 1'ê Gulanê nirxand û destnîşan kir ku PKK weke beşeke civakî bi rengê tevgereke rewşenbîr û ciwanan ava bû, bû partî, bû gerîla û bû gel. Kalkan got, "Lewma partiyeke ciwanan, partiyeke rewşenbîrên şoreşger e."

Wekîlên Parlamenta Ewropayê bi çalakiyekê nîşan dan ku ew piştgiriya HDP'ê dikin û diyar kirin, ku rejîma Erdogan demokrasiyê, serweriya hiqûqê û azadiyê binpê dike.

Li Giravên Kanaryayê ku van salên dawî rêya herî zêde ya ber bi Ewropayê ye, keştiyek noqî binê avê bû. Cenazeyê herî kêm 17 koçberan hate dîtin.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin, îdîayên Çekyayê ku dibêje, welatê wan li Çekyayê 'êrişa terorîstî kiriye', sûcdariyeke absurt e.

Li Kolombiyayê li gel peymana aştiyê jî şerê navxweyî zêde dibe. Tê gotin, bi deh hezaran kes ji cih û warê xwe bûne.