ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Bi wesîleya salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê îro li gelek bajarên Kurdistanê û cîhanê wê çalakî bêne lidarxistin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina van êrîşan têne lidarxistin wê bêne şopandin.

- Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Ferîde Alkan bi wesîleya salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê axivî û got, "PKK bi gava xwe ya mezin a pêşengî û rêbertiyê, ev pirsgirêka dîrokî ya Kurdan ji holê rakiriye."

- Gerîlayên YJA Starê li ser 27'ê Mijdarê axivîn û diyar kirin ku PKK ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo jinan hemûyan roja vejînê ye.

- Eren Keskîn got, 'Eger mirina Garîbe xwekuştin be, ev yek weke çalakiyek li dijî tecrîdê kiriye."