ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Gerîlayên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn gotin, "Li gel zor û zehmetiyan jî em ê serketinê teqez diyarî gelê xwe bikin. Gelê me hêjayî vê serketinê ye."

- Eşkere bû ku agahiyên li ser komleeyên Kurdan ên li Elmanyayê ji sala 1994'an û vir ve bi rengekî neqanûnî bi îstîxbarat û midûriyeta emniyetê re têne parvekirin.

- Necîbe Qeredaxî û Savo Serdar bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê û gotin, yekane rêya çareseriyê; rêxistiniya jinan e.

- Hunermend Ferhat Tûnç nerazîbûn nîşanî qedexekirina konseran da û got, "Ev desthilatdarî dixwaze tenê dengê faşîzmê bibihîze. Li dijî desthilatdariyê divê em dengê xwe bilind bikin, naxwe desthilatdarî wê bi ser bikeve."

- Tevî ku 21 meh di ser avêtina du gundiyan a ji helîkopterê derbas bûne jî dadgeriya Tirk îdîanameyek jî amade nekiriye. Lê belê li dijî kesên ku li ser medya dîjîtal piştgirî dane mirovên ji helîkopterê hatin avêtin, doz û lêpirsînan dide destpêkirin.