ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrişî Hesekê kirine û got, "Bi hezaran çete wê bireviyan herêmên Rojava yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin."

- Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş diyar kir ku ew xwedî li ruh û bîranîna Ebû Leyla derketine ku yek ji sembolên şerê Kobanê û Minbicê bû.

- Endamê Meclîsa Şaredariya Zurîchê Andreas Kirstein anî ziman ku bi saya têkoşîn û berdêla PKK'ê Ewropa ji DAÎŞ'ê hatiye parastin.

- KNK'ê destnîşan kir ku ji bo pêşî li gefa DAÎŞ'ê ya li ser Rojava bê girtin pêwîstî bi piştgiriya navneteweyî heye û bang li hêzên global hemûyan kir.

- Fatma Temel li Amedê hewl dide xwedî li çanda deqê ya hezaran salî derkeve.

- Demek dirêj e ji ber krîz û şêwazê rêveberiyê li Başûrê Kurdistanê krîzên aborî û siyasî hene. Ji ber van krîzan jî baca her mezin welatî dikişîn, bêrîka welatiyan vala ye û bazar biha ye.