ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Li Efrînê 2 mehên dawî bûyerên revandina sivîlan û xwestina fîdyeyê zêde bûn. Beşek ji kesên ku ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin ew Kurd bûn ku ji ber dagirkeriyê koçî Heleb û Şehbayê kiribûn, lê piştre bi propagandaya ENKS'ê li Efrînê vegeriya bûn.

- Psîkolog Şiyar Guldîken bal kişand ser bandora şer û mêtingeriya li Kurdistanê ya li ser zarokan û got, "Sedema tirsa zarokan a ji polîs û leşkeran, em mezin in."

- Li Nîjerê di êrişa Boko Haram de 16 leşker hatin kuştin.

- Komek ji zanyaran a ser bi WWA'yê, lehiya li Elmanya û Belçîkayê lêkolîn kirin û diyar kirin ku sedem "guhertina avhewayê" ye.