ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Profesorê hiqûqa navneteweyî Marco Sassolî ku ji bo vekolîna binpêkirina mafê jiyanê li Ûkraynayê hat erkdarkirin, got ku Tirkiye bi êrîşên xwe yên bi ser Bakurê Iraqê û Rojava, peyamên Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî binpê dike.

- Ebdilkerîm Kose yê ku di sala 1987’an PKK’ê nas dike, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibîne. Ebdilkerîm got: “Rêber Ocalan, xîtabî mirovahiyê dikir. Ew, temsîla heqîqetê dike.“

- Qeyûmê ku Şaredariya Colemêrgê ya HDP’ê xesp kir, budçeya wê li rêyên leşkerî û qereqolan û AKP’ê û alîgirên wê xerc kir, xizmeta xeyalî nîşan da.

-- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşan wê werin şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê dê bên şopandin.

-Komîteya Navendî ya PKK’ê bi wesîleya  salvegera 44’emîn a avakirina PKK’ê daxuyaniyek da û banga mezinkirina berxwedana azadiyê ya li her qadê kir.

-Berdevkê Partiya Çep Gregor Gysi diyar kir ku Kurdan bi têkoşîna li dijî DAIŞ'ê destekeke mezin dane Elmanyayê. Gysi daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî Faeser a "bila êrîş bi rêje be”" jî got “gelekî seyr e”.

-Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr diyar kir ku şerê desthilatdariya AKP-MHP'ê yê li dijî Kurdan şerekî ku siberoja hemû gelên Tirkiyeyê jî xera kiriye.