ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û got, "Hêzên me yên HPG û YJA Starê di meha fedaîtiyê ya Hezîranê de berxwedana şoreşgerî gihandine asta herî bilind."

- Gerîlayê HPG'ê Rêber Kobanê ku li Zapê di tunelên şer de li dijî artêşa dagirker şer dike, wiha axivî: "Dijmin wê li vir têk biçe. Em ê ne tenê dijmin bisekinînin, em ê bikin ku ji hatina xwe poşman bibe."

- HTŞ ku 18'ê Hezîranê ji du baskan ve kete Efrînê, her wiha kete nava Cerablûs û Babê, ji ti cihî derneketiye. HTŞ êdî bi destûra dewleta Tirk bi navê Ahrar Şam li herêmên dagirkirî yên li rojavayê Firatê bi cih bûye.

- Îsmaîlê Dêrikî şoreşgerekî komunîst bû. Sala 1979'an dema diçû zanîngehê ji bo azadiya Kurdistanê komeke îdeolojîk ava kir. Sala 1981'ê wî PKK nas kir û bi demê re li gel koma xwe tevlî nava refên PKK'ê bû. Çîroka yek ji pêşengên stratejîk ên PKK'ê Îsmaîlê Dêrikî...

- Rojnamevan Farûk Balikçi anî ziman ku qanûna sansurê ya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê tê ferzkirin û got, "Gaveke ku wê rojnamevanan bêbandor bike. Girtîgeh wê bi rojnamevanan bêne dagirtin, gelek jê wê dest ji pîşeyê xwe berdin."

-Li Ekvadorê piştî protestoyên du hefteyan ên li dijî krîza maliyeta giran, jiyan sekinî. Di dema xwepêşandanan de ku ji aliyê federasyoneke xwecihî ve hate destpêkirin, rê hatin girtin, wesayit hatin şewitandin û polîsan gazên ku çavan dişewitîne bi kar anîn.