ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku mîna êrişa li ser Kobanê êrişa dawî ya li Hesekê jî parçeyek ji plana mezin e û weke li Kobanê ev plan jî hate têkbirin.
- Hevserokê Meclîsa Qanûndanînê ya Reqayê Xalid Bekir diyar kir ku Kobanê ruhekî nû yê berxwedanê afirandiye û malovanî ji projeya rizgarî, hêvî û paşeroja gelan re kiriye.
- Hevseroka Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê (Goç-Der) Gulşen Kûrt anî ziman ku dîwarê bi fînansmana Yekîtiya Ewropayê di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de tê lêkirin, ne li dijî penaberan, lê li dijî Kurdan e.
- Li Dersimê ku ji aliyê etnîkî, dînî, sosyo-polîtîk û xwezaya xwe ve xweser e, eger projeyên madenê yên destûr hatine dayin bi cih bê anîn, wê talaneke mezin li ser jiyan û baweriyê çêbibe.
- Ji şahidên berxwedana Kobanê nûçegihana ANHA'yê Dîcle Ehmed got, "Du tişt hebûn ku şerê Kobanê bi ser xist: ya yekemîn îrade, ya duyemîn jî hevrêtî bû. Ya ku bandor li tevahiya cîhanê kir ev îrade û hevrêtî bû."