ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Wê êrîşên artêşa Tirk û PDK'ê û geşedanên bi vê re têkildar werin şopandin.

-Bêyî ku şoreşeke radîkal a jinê çêbibe, ji be vê jî heta ku hişmendî û jiyana mêr neguhere, rizgariya jinê ne pêka ne. -Abdullah Ocalan

-Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayik got artêşa Tirk ku wiha nîşan didin ji Libyayê heta bi Ermenîstanê nikare were sekinandin li Qadên Parastinê yên Medyayê hatiye sekinandin û got, vê encamên girîng ên siyasî bi xwe re aniye.

-Endamê Desteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan diyar kir PKK'ê 'Kurdistana mirî' ji gora gbetanê derxistiye, vejandiye û got ''Ên ku wên têk biçin ew in ; ji ber ku em gel in, em tim hene. Êdî ew ber bi pê tên ku kaba xwe bişkînin û têk biçin.''
-Heke polîtîkaya qirkirina jinan a dewletan û ev pratîka wan hebe jin jî xwedî kıçeyan in û berxwedana wan a xweparastinê heye. Dewletan ji bo ku destkeftiyên ijnan ko bikin hewl didin lê li rasta berxwedana jinan hatine.
-Seroka Konseya Jinan Cîhan Xidro: Şer, kaso, krîzên aborî dîsa li jin û zarokan daye.
-Yek ji fermandara YJA Starê Jiyan Reşît got, ''Jinên ku rêxistiniya xwe nekirin nikarin ji derba faşîzma Erdogan xilas bibin. Jin wê tola mezin hilînin'' û bal kişande ser giringiya xweperwedekirina jinan.
-Gerîlaya YJA Starê Armanc Devrîm got, ‘’Îro şertên şoreşê gihaştine.Rêbertiya me, paradigmaya me û felsefeya me heye.’’

-Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî komkujiya li jinan ,tecawîzê, li ber bêdengiya navnetewî bi rengekî sistematik didomîne, her wiha kujerên Hevrîn Xelef serbest in û jinên din jî qetil dikin.

-Ji Meclîsa Jinê ya HDK’ê Fatma Kiliçaslan got jin li gel polîtîkayên AKP’ê yên bi dijminatiya li jinê jî bi paş ve gav neavêjin.

-Jinên DAD’î rexne anîne ser polîtikayên deshtilatê yên li bara tundî, komkujî û êrîşên zayendî yên li ser jinan û gotin, komkujî ji ber vê helwesta desthilatê ne.