ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-'A rast her tişt li ser mirina min hatibû eyarkirin. Bi giranî dixwazin ku bi fizîkî û heke ev nebe jî ji hêla maneyê ve min tine bikin.'' - Ji qelema Abdullah Ocalan- Beşê 1'ê

-Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser nêzîkatiya CHP’ê ya ji bo mijara Kurd û got: “Eger pirsa Kurd ji her alî ve bibe mijara perspektîfa çareseriyê, muxatab û navnîşan ji derveyî Birêz Abdullah Ocalan ne tu kesek din e.”

-Li Qelqeliyê sala 2020’ê piştî çalakiyeke bi çek û şûnde ji 48 kesên hatibûn girtin tenê endamê meclîsa Şaredariya HDP’ê Nevzat Oner maye. Dadger ji bo Diyar Oner ê xwestibû ku rûniştina herî dawî bavê xwe bibîne got: “Çi karê vî li vir e, ma ez doxtor im’ nerazîbûn nîşan da.

-Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir divê Tirkiye rêziknameya miebeta girankirî biguherîne û got, ''Gavên ku tim bêparbûna ji maf tînin dijî destûrê ne. Demak u mijar dibe Abdullah Ocalan û Girtîgeha Imraliyê mixabin saziyên darazê xwe giran dikin.''

-Hizin, bîrikirin lê straneneke ku ji herduyan zêdetir hêvî bleoq e. Ji ber vê navê Nivişta Gerîla lê hate danîn.