ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Li Elmanyayê, doza li dijî qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîkê, ku du saziyên girîng ên Kurdan e, roja Çarşemê li Dadgeha Îdareyê ya Federal dest pê dike.
- Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan diyar kir, di rewşekê de ku Abdullah Ocalan tecrîdkirî ye û mafê axaftinê jê re nayê dayin, her spekulasyon tenê malzemeyek siyasî ye û got, "Ji bilî Abdullah Ocalan her kes diaxive. Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin."
- Hevserokê PJAK'ê Siyamend Mûînî bal kişand ser tevlîheviya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got, projeyeke çareseriyê ya Îranê ya ji bo gelan nîne. Mûînî got, "PJAK ji bo gelan xwedî projeya çareseriyê ye."
- Alîkarê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ragihand ku artêşa Iraqê û PDK li şûna kaosê divê pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku helwestê li hemberî van nêzîkatiyan nîşan bide.
- Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Siyabend Elî anî ziman, her kes pê zane ku kê êrişa li ser girtîgeha Xiwêranê plan kirine û got: "Lê hêzên QSD, Antî Terorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev plan û projeyên wan têk birin."