ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hejmara girtîgehên li Tirkiyeyê 445 derbas kir. Bi temambûna yên tên çêkirin re digihêje kapasîteya 800 hezar girtiyî. Ev jî tê wê wateyê ku her yek ji 100 kesî wê bê girtin.

Di doza siyasetmedarê Kurd Mûstafa Çelîk de ku Çileya derbasbûyî hate destgîrkirin û ji meha Tîrmehê ve li Hambûrgê rûniştina darizandinê pêk tê, Prof. Norman Paech ji bo bibe 'kesê bi mijarê zane' serlêdan kir.

12 sazî û partiyên Kurdistanî û Tirkiyeyî wê 5'ê Îlonê li kantona Lûzernê li hev kom bibin û li dijî pêla nijadperestiyê ya li Ewropayê mezin dibe û talankirina sîstema ekolojîk çalakiyekê li dar bixin.

Hikumeta AKP'ê ku ji bo cografya Kurdistanê tune bike her tiştî dike, li Colemêrg û Wanê qetilkirin heywanên kovî ji nedîtî ve tê.

Bahoza tropîkal a bi navê Laûra bandorê li Haîtî û Komara Domînîk dike. Bahoza ku bi navê Marco jî tê naskirin, vediguhere bagerê û ber bi eyaleta Lûîsîane ya DYE'yê diçe.