ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Tîrmeha 2019'an.

- Di ser îmzekirina Peymana Lozanê re 97 sal derbas bûn. Dîroknas Husên Mihemed ev peymana ku Kurd ji nedîtî ve hat nirxand û diyar kir, Erdogan jî niha hewl dide mîna Mûstafa Kemal heman lîstikê li dijî Kurdan bilîze.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, Alî Aktaş, Emrûllah Dûrsûn, Mîkaîl Ozdemîr, Vehîp Tekîn û Celal Ozturk ên di 21'ê Adarê de şehîd ketin bîrdariya baweriyê ne.

- Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr der barê şewata daristanan de axivî ku her sal di mehên havînê de ji ber operasyonên leşkerî li Kurdistanê rû dide û got, dixwazin ku şênkahiya herêmê ji holê rakin.

- Fermandarê gerîla Baran Mawa pê piştrast bû ku navenda felsefeya azadiyê çiyayên Kurdistanê ye. Ew li çiyayên Kurdistanê hêza moralê ya ciwanan bû.

- Sûriyeyiyên ku bi biryara Walîtiya Stenbolê bi zorê ji bajêr tên derxistin, li Efrînê tên bicihkirin. Komek ji 100 kesî Sêşemê li Efrînê hatin bicihkirin ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.