ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.

- Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser dijberiya dewleta Tirk a li 'mafê hêviyê' yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Divê Tirkiye hem li gorî biryara li ser binpêkirinê tevbigere hem jî mewzûatê biguherîne."

- "Em bi hev re dikarin bi rengekî rêxistinbûyî li dijî zîhniyeta zilamsalar têbikoşin û bi yekîtiyê dikarin vê şoreşê misoger bikin. Wê ev şoreş ji bo hemû civakên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jiyanek azad û demokratîk bi xwe re bîne."

- Xelkê Efrînê yê ku koçberî kampa Serdem û navçeya Til Rifat bûye, diyar kir ku wê ji herêma Şehbayê dernekeve û got, ku wê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

- Pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşa li ser Rojava re bendên 4 û 7'an ên Xala 2'emîn a Neteweyên Yekbûyî binpê dike û got, "Divê civaka navneteweyî bi lez bikeve nava tevgerê."

- Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê, li girtiyên jin 3 meh cezayê hevdîtinê hate birîn.

- Nûnerê eşîra Hîlîsatê Îbrahîm Ehmed El Hemûd destnîşan kir ku wê destûrê nedin dagirkeriya dewleta Tirk û ti carî dest ji xaka xwe bernedin.

- Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy bal kişand ser êrîşên li ser Kobanê û Rojava û got, "Eger muxalefet jî li nava sînorên ku Erdogan destnîşan kiriye tevbigere, wê sibe gelekî poşman bibe."

- Endama Koordînasyona KJAR'ê Çîmen Sine destnîşan kir ku berxwedana jinê ya li Îranê û Rojhilat wê azadiyê bi xwe re bîne.