ROJEVA 24'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Gulana 2020'an.

Yek ji fermandarên HPG'ê Dilxwaz Gabar got, dewleta Tirk bi lîstik û polîtîkayên qirêj hewl dide mirovan bike sîxur û bi vî rengî li dijî nirxên pîroz ê gel bi kar bîne.

Ambargo û dorpêçiya li ser kampa Mexmûrê, ji aliyê aboriyê ve jî tehdeyê li hezaran mirovî dike. Piraniya xebatkar ji aliyê hêzên PDK'ê ve ji kar hatin derxistin. Ji ber metirsiya DAÎŞ'ê Jî gel nikare sewalkariyê bike.

Yek ji fermandarên YJA Starê Berfîn Nûrhak di salvegera çalakiya Çaran û şehîdên meha Gulanê de axivî û got, "Wateya çalakiya Çaran ku li dijî darbeya 1980'î li zindana Amedê hate lidarxistin, her roj bêhtir kûr dibe. Ji ber ku ev xeteke dîrokî ye. Her ku di çarçoveya vê xetê de têkoşîn tê meşandin, têkoşîn mezin dibe, wateya çalakiyê kûr dibe û armanca çalakiyê berfireh dibe."

Ji gerîlayên YJA Starê Jiyanda Laşer û Eylem Dilxwaz bal kişandin ser mîsyona pêşengiyê ya jinan a di guhertina taktîkî û ji nû ve avabûnê de.

Gerîla Dilpak Ûrmiye, ku sala 2015'an ji bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refê gerîla bû, bi gotina "navê kedê ye" gerîla pênase dike.

Rêxistina civakî ya sivîl Plan Înternatîonal diyar kir ku hejmara bûyerên sinetkirina jinan zêde bûye.

Thurîngen ku yekane eyaleta Elmanyayê ya bi rêveberiya Partiya Çep e, plan dike ku ji 6'ê Hezîranê û pê ve hemû tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê wergirtiye bi dawî bike.