ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke yê rojeva 24'ê Cotmeha 2021'ê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li ber deriyê sînor ê Sêmalkayê wê were şopandin.

Bûyerên têkildarî êrişa artêşa Tirk a dagirker ku êvara Şemiyê li Kobanê kir, wê werin şopandin.

Fermana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ji bo dersînorkirina sefîrên bilind ên 10 welatên rojavayî dibe sedema nerazîbûnan.

Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Pedro Arrojo Agudo rexne kir ku  av weke amûreke bazirganiyê tê bikaranîn û destnîşan kir ku ev yek dikare bibe sedema taybetîkirina çavkaniyên avê û binpêkirina mafê ava paqij.

Di nava gelek Qewl, Beyt û helbestên nivîskî yên Êzidiyan de muzîk mîna semboleke pîroz hatiye nasîn û wek çavkaniyeke girîng a ji bo duakirinê tê dîtin. Ji bilî vê bi şêweyekî pratîkî jî di merasîm û sirûdên ayînî de tê bikaranîn.