ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endama KJAR'ê Uta Doxuruzgari diyar kir ku jin tenê bi yekîtiya neteweyî dikarin jiyana azad biafirînin û got, "Em; jinên Rojhilata Navîn dikarin lîstikên wan hêzan xera bikin ku şerê sêyemîn ê cîhanê dane destpêkirin."

- Têkoşîna 'Edaletê' ya Malbata Şenyaşar di roja 200'î de ye.

- Zanyarên DYE'yî mîkrocîpa herî biçûk a cîhanê çêkir ku bi qasî hebek xîzê ye û difire.

- Li gorî lêkolîneke, rêjeya mîkroplastîkan a li bedena pitikan bi qasî 15 qatî ji ya mezinan zêdetir e.

- Lêkolîneran li New Mexicoyê şopa lingê mirovan ê fosîl lêkolîn kirin û gotin, herî kêm beriya 23 hezar salî mirov li Bakurê Emerîkayê hebûn.