ROJEVA 23'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Nerazîbûnên piştî êrişa li ser Şengalê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî wê bêne şopandin.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 10 sal in tê lidarxistin, dewm dike. Nobedarên vê hefteyê endamên Tevgera Jinên Êzidî ya Ewropayê ye.

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand û got, "Bi garantoriya Rûsya û DYE'yê gavên mezin bi desthilatdariya dewleta Tirk dan avêtin. Tevî ku DYE'yê gelek caran ji raya giştî re ragihandiye ku 'Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê dijî terora DAÎŞ'ê de tifaqa me ye' Tirkiye bi hêsanî êrişî vê hêzê dike. Di serî de DYE û Rûsya tevî ku welatên di nava koalîsyonê de û cîhanê tev nîşan daye ku bi QSD'ê re dixebitin, em dibînin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi derfetên NATO'yê êrişî QSD'ê dike."

Gerîlayê HPG'ê Seydo Refîk ku 10'ê Sibata 2021'ê di Berxwedana Garê de şehîd bû, wiha gotibû "Ez dixwazim di her kêliya şoreşê de amade bim. Fedaîtî bi vî rengî dibe."

Gundê São João da Barra ku gundekî masîvanan ê Brezîlyayê ye, nêzî nîv sed sal e hêdî hêdî di bin avê de dimîne.