ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Tîrmeha 2019'an.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "DAÎŞ a rastî faşîzma AKP-MHP'ê ye. Ev yek îttîhat û terakkîtî ye. Talat û Enver îro di şexsê Bahçelî û Erdogan de tên temsîlkirin."

- Ezda Gever (Şîlan Guder) ku ji nişfê lehengên çiyê tê, da ser şopa ewladên leheng ên gelê Kurd û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsî.

- Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna li dagirkeriya dewleta Tirk didome. Gundiyê bi navê Mişîr Xidir diyar kir ku her roj êrîş li wan tê kirin û got, "Eger Qendîl têk biçe wê Başûr û tevahiya Kurdistanê têk biçe."

- Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasbourgê pêk tê di hefteya 370'î de ye. Nobedarên vê hefteyê jinên Êzidî ne.

- Li Îzlandayê ji sedan qeşayî yê destpêkê ji ber germahiya global heliya.