ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildar wê bêne şopandin.

Bûyerên têkildarî Heyeta Aştiyê wê werin şopandin, ku ji aliyê PDK'ê ve têne astengkirin.

Dayik û bavê Melsa Dêrik: Melsa li çiyayên azad ên Kurdistanê li ber xwe da û şehîd bû. Eger zarokên me wê şehîd bibin, bila di têkoşîna dijî dijmin de şehîd bibin, ne di şerê birakujiyê de.

TJK-E'yê encamnameya kongreya xwe ya 6'an eşkere kir ku di navbera 17 û 20'ê Hezîranê de lidar xist.

Endama Meclîsa Edaleta Jinê ya Herêma Firatê Felek Yûsûf di salvegera komkujiya Helincê de got, "Komkujiya Helincê tirsa ji jin a azad û pêşeng e."

Endamên hucreya veşartî ya DAÎŞ'ê ku li Kampa Holê hatin girtin, diyar kirin ku wan fermana çalakiyên xwe ji Cerrah Ebû Omer wergirtine ku ev çete ji aliyê MÎT'ê ve ber bi Girê Spî ve hate revandin.

Gerîla Zîlan Botan got, "Divê ciwanên Colemêrgî çeka fermandar Serhat Giravî û Ekîn Tilore li erdê nehêlin û biherikin nava refên gerîla."