ROJEVA 22'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Nerazîbûna li dijî êrişên li ser Şengalê wê were şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevserokê Meclîsa Til Temirê Ciwan Eyûb anî ziman ku 30 gundên Til Temirê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, 27 gund jî ji ber êrişan hatine valakirin û got, "Xelkê Til Temirê li dijî êrişên dewleta Tirk li ber xwe dide."

Gerîlayên li Zendûrayê ji niha ve bûn lehengên welat û gelê Kurdistanê, ji ber ku rûpelekî nû li dîrokê vekirin. Û sîleya Apoyî careke din li rûyê dagirkeran xistin.

Li dijî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, ku ketiye roja 269'an, helwesta kêfî ya îdareyê dewam dike. Hikumet jî li şûna ku gavê biavêje, bi zêdekirina erkê îdareyê hewl dide pêşî li çalakiyê bigire.

Li Haîtiyê, piştî erdhej û bahozê ya hefteya derbasbûyî, pêwîstiya xelkê ya bi alîkariya mirovî dewam dike.