ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser qada Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Çawa ku gerîlayên Kurdistanê di nava berxwedaneke mezin de ne, xwezaya Kurdistanê jî di nava êgir de li dijî qirkeran şerekî dîrokî dike. Lewma li Kurdistanê berxwedan tê wateya jiyanê.

Li paytexta Kenya Naîrobiyê, jin ji bo xweparastina li dijî tundiyê hînî boksê dibin.

Swêdê di mijara koçberiyê de qanûnên nû xiste meriyetê. Dema mafê rûniştinê yê penaberan wê bê bisînorkirin.