ROJEVA 22'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildar wê bêne şopandin.

Bûyerên têkildarî Heyeta Aştiyê wê werin şopandin, ku ji aliyê PDK'ê ve têne astengkirin.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê, bi koma ji bajarê Oldenburg ê Elmanyayê dewam dike. Çalakgeran li dijî tecrîd, dagirkerî û qirkeriyê banga yekîtiya neteweyî kirin. BI DÎMEN E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku êrişa li ser wesayita zirxî ya hêzên PDK'ê mîna bombekirina nexweşxaneya li Efrînê, amadekariya ji bo civîna NATO'yê bû.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku gerîlayên azadiyê li dijî êrişên dewleta Tirk li ser xeta Zîlan û Sema Yuce li ber xwe didin û got, "Gelê me divê ji her demê bêhtir li dora gerîla bicive."

Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz dema ku diaxive destnîşan dike ku ew nagirî. Lê belê bi hêrs e. Mîna ku apê wê got, mirina Denîz ji bo gelê Kurd bû çirûskek.

Ji Rêveberiya Bajaran a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Derbuş anî ziman ku dewleta Tirk çemê Firatê weke çekê bi kar tîne, lewma ji çandiniyê heta tenduristiyê gelek pirsgirêk rû dane. Derbuş bal kişand ser bêdengiya li qada navneteweyî. BI DÎMEN E

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan li dijî komkujiyên gengaz bang li gelên Tirkiyeyê kir ku têbikoşin.

Temel û Sarisaç ên HDP'î qebûlkirina îdîanameya doza girtina HDP'ê nirxandin.