ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan bîlançoya şerê du mehan nirxand, berxwedana gerîlayên azadiyê pîroz kir û got, "Berxwedana gerîla paşeroja gelan ronî dike."

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li ber mirinê ye û got, "Faşîzma AKP-MHP wê hilweşe.e Temenê xwe hinekî dirêj dike, lê wê nikaribe rizgar bike."

- Ji fermandarên Pêngava Bazên Zagrosê Alan Malazgîrt şerê li Zap, Metîna û Avaşînê nirxand û got, "Heta niha me ji nuqteyên xwe yên stratejîk bi paş ve gav neavêt. Li hin deveran şerekî giran diqewime jî kontrol di destê me de ye."

- TJK-F û FED-GEL'ê ji bo meş û mîtînga 25'ê Hezîranê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê li her kesî kir.

- Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê hewl da Meşa Gemlîkê manîpule bike û got, "Gelê Kurd bi yek dengî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kiriye."

- Colemêrg ku bi çavkaniyên xwe yên dewlemend ên avê tê naskirin, ji ber polîtîkayên qeyûm av lê nema ye.

- Bêwar Unver bal kişand ser berpirsyariyên Iraqê û Neteweyên Yekbûyî yên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê û got: “Şev û roj balafirên keşfê yên bê mirov-biçek li ser ezmanê Mexmûrê digerin. Xeteriyek mezin li ser mirovan heye.”