ROJEVA 21'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Adara 2020'an.

Dr. Osman Şêx Îsa ragihand ku rejîma Sûriyeyê ji ber vîrûsa Koronayê 6 nuqteyên rewşa lezgîn avakiriye, lê li daliyê din li Şehbayê jiyana bi sed hezaran koçberî di xeteriyê de ye.

Li Colemêrgê ya ku bêkarî û hejarî di asta herî jor de ye, ji sedî 20 zam kete ser nan. Gel nerazîbbûn nîşanî birayara Yekîtiya Odeya Esnafû Sendîkayan a Colemêrg û qeyûmê Colemêrgê yên li ser zamê girtine, da.

Hevserokê Şûbeya Amedê ya SES'ê Şiyar Guldîken li ser girtiyên axivî û got,''Heke vîrûs di wan bigere ev tê maneya ku sûcdar dewlet e. Peywira sereke ya dewletê ye ku nehêle vîrûs di girtiyan bigere.''

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsre (CDK-S) û Tevgera Jina Kurd ên Swîsre (YJK-S) di çarçoveya tedbîrên li dijî pandemiyê ji bo di hemû maseyên krîzê de yên li Swîsreyê cih bigrin serlêdan kirin.

Di hişyariyên WHO’yê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî de hate diyarkirin ku eger Covîd-19 li Efrîqayê belav bibe wê sîstema tenduristiyê hilweşe.