ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Bûyerên têkildarî êrişên li ser Şengalê wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bên şopandin.

Şervanên YPJ'ê bal kişandin ser êrişên tunekirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li derveyî Bakurê Kurdistanê û destnîşan kirin ku divê PDK xwe ji yekîtiya neteweyî venegerin.

Endama Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nijadperestiyê ya ÎHD'ê Meral Çildir diyar kir ku bi qasî îdeolojiya fermî, xemsarî û bêcezahiştin dibe sedem ku nijadperestî li Tirkiyeyê zêde bibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi van gotinan qala gerîlayê HPG'ê Alî Firat kir: Mîna her ciwanekî Efrînî bi agirê berxwedana gerîla mezin bûbû. Bi dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê perwerde bûbû.

Bîlançoya erdheja li Haîtiyê roj bi roj giran dibe. Piştî erdhejê, bahozê bandor li welêt kir. Heta niha pêwîsitya 600 hezar kesî bi alîkariya lezgîn heye.

Li başûrê paytexta Japonya Tokyoyê, li binê deryayê volkan teqiya. Ji ber vê yekê jî giraveke nû çêbû.