ROJEVA 20'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Tîrmeha 2019'an.

-Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk got dewleta Tirk ji bo ku destwerdanê li Bakurê Sûriyê bike li hincetan digere û domand, ‘’Dewleta Tirk bi afirandina tevgerên girseyî ku xizmetê jê re bike, dixwaze destwerdanê li Bakurê Sûriyê bike’’

-Hikumeta AKP-MHP'ê ku 20'ê Tîrmeha 2016'an Rewşa Awarte îlan kir û 7 caran dirêj kir 2 salan dom kir. Tevî ku Rewşa Awarte hatiye rakirin lê li bajarên Kurdan pêkanînên Rewşa Awarte didome.

-Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan di salvegera şehîdbûnê de Ulaş Adali vegot. Kalkan got, ''Bi hevrêyên şoreşger ên mîna Ulaş şoreşa yekbûyî ya gelan dikare were pêkanîn''.

4 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re çûn. Hê jî dadmendî pêk nehatiye. Ên mane dibêjin ew ê têkoşînê bidomînin.

-Hevseroka Partiya Çep a Meclîsa Hambûrgê Cansû Ozdemîr li ser hesabê xwe yê tevna civakî wêneyê alaya PKK’ê ku DPA’yê ji bo aboneyên xwe şandibû, par ve kirîbû û cezayê pereyan lêhatibû birîn. Ozdemîr ku ceza neda wê derkeve pêşberî dadger.

-Hikûmeta Swêd ji bo qedexekirina rêxistinên nîjatperest û Naziyan biryar li ser da ku komîteya ku li bin banê parlamentoyê were avakirin, li ser mijarê lêkolînê bike.

-Şervana YPJ’ê ya ji Uşakê Serhildan Serhildan got, Şoreşa Rojava ji bo her kesî bûye îlham û domand, ‘’Bêyî ku em cudahiya çand û ziman bikin, me berê xwe da Rojava’’.

-Ji bo salvegera 7'an a Şoreşa Rojava ku 19'ê Tîrmeha 2012'an dest pê kir, kampanyaya ku Tora Rojava a Global RISEUP'ê li ser medyaya sostal bi navê #pirozbe / #riseup4rojava dayî destpêkirin pir bal kişand.

-DYE’yê piştî ku Îranê dest li ser tankêra petrolê ya Ingilîz danî got, ‘’tundî tê geşkirin’’, Brîtanya got, dibe ku tankêreke Liberyayê hatibe desteserkirin. Hate gotin keştiyeke jê hatiye berdan.