ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Ne şaş bû ku PKK hê dema di qonaxa kombûnê de bi rengê ‘netewparêz’an were nirxandin. ‘Rizgarîxwazên Netewî’, ‘Artêşa Rizgariya Netewî’ jî eynî mane destnîşan dikir û rastiya ku dihate xwestin temsîla wê were kirin vedigot. Propagandaya dema îdeolojîk bi esasî analîza realîteya netewî ya Kurd dida ber xwe - Abdullah Ocalan

-Rojnamevanên bajarê Kerkûkê bi tundî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk li hemberî gerîlayên azadiyê şermezar kirin.

-Gerîlayên YJA Starê têkilî salvegera 44’an a damezirandina PKK’ê axivîn û gotin, ‘’Mirov tenê li nav PKK’ê dikare azad bibe.’’

-Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir koçeke biplan û bi zanebûn li ser Başûr tê ferzkirin û got gel ji rêveberiya berdest a 30 salî direve.

-Rêxistinên Civaka Sivîl ên Wan û Colemergê diyar kirin Tirkiye hewcehiyên Peymana Mafê Zarokan ku îmze kiriye bi cih nayîne.