ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildar wê bêne şopandin.

Bûyerên têkildarî Heyeta Aştiyê wê werin şopandin, ku ji aliyê PDK'ê ve têne astengkirin.

Parêzer Serhat Eren xwest, her kes di mijara tecrîdê de hesas be û li ber tecrîdê rabe. Parêzer Serhat Eren got, tecrîd tenê bi têkoşîna hiqûqî bi dawî nabe.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, metirsiya herî mezin a niha li dijî gerîla, liv û tevgera PDK'ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Sozdar Avesta destnîşan kir ku divê PDK tavilê dest ji vê helwesta xwe berde.

Rojnamevanê Fransî Sylvain Mercadier piştgiriya PDK'ê ya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê weke têkçûna pîvanên PDK'ê pênase kir û got, rêveberiya PDK'ê di nava hesabên demkurt de ye. BI DÎMEN E

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin, destnîşan kirin ku wê ti carî dest ji gelê Kurd û xaka Kurdistanê bernedin. BI DÎMEN E

Gerîlayê YRK'ê Karo Kobanê anî ziman, ku divê li dijî êrişên dagirkeriyê piştgirî ji gerîla re bê dayin û got, "Kurd wê bi yekîtiya gel û gerîla bi ser bikeve. Îro dema vê ye, sibe dibe ku gelekî dereng be." BI DÎMEN E

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî 15 kampan her wiha 2 milyon koçberên li bajaran dûrî malên xwe ne. Derfetên kêm ên Rêveberiya Xweser têra bersivdayina li pêwîstiyên van koçberan nake. Gelek saziyên navneteweyî hîn neçûne herêmê. Yên hatine herêmê jî tenê bi rengekî demkî alîkariyê dikin.