ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Fermandarê NPG’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku havênê şer îdeolojî, bawerî û biryardarî ye û got, “Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nîşanî her kesî dide ku îrade û qebiliyeta mirovan di ser her cûre teknîkê re ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku li dijî Kurdan û mirovahiyê sûc dike, wê teqez bê darizandin û hesab bide.

Alîkarê Hevserokê Kantona Girê Spî Sebrî Nebo anî ziman ku dewleta Tirk mîna DAÎŞ'ê dixwaze xelkê bitirsîne, bi vî rengî herêmê vala bike, lê belê wê nikaribe vê bike.

Li Îngilistanê, encamên lêkolînekê ji bo jinên lidijî cûreyê kanserê yê malzarokê li ber xwe didin, bû hêvî.