ROJEVA 2'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan anî ziman ku dewleta Tirk ji bo berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bişikîne, bikaranîna çekên kîmyewî ji xwe re kiriye rêbaza esasî û got, "Wê bi ti awayî negihêjin armanca xwe."

- Parêzera Ocalan Newroz Ûysal diyar kir ku ji bo 'mafê hêviyê' ne Komîteya Wezîran a Ewropayê ne jî dewleta Tirk erka xwe bi cih nînin û got, di asta neteweyî û navneteweyî de saziyên hiqûq û mafên mirovan li ser vê mijarê hewl didin.

- KCDK-E û TJK-E'yê gotin, "Hikumet û polîsên Hollandayê bi tundiyê bersiv dan vê meşa demokratîk. Em vê yekê şermezar dikin û li bendê ne ku têkildarî êrîşa polîsan lêborîn ji gelê Kurd û meşvanan bê xwestin."

- Yek ji gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bû Serdem Agirî bû. Dayika Agirî Hamdiye Ehmed diyar kir ku kurê wê hîn ji zarokatiyê ve dixwest bibe gerîla û got, "Serdemek çû, lê bi hezaran Serdem hene."

- Hevseroka PJAK’ê diyar kir: Divê hêzên muxalefeta Kurd û Îranê di vê qonaxê de eniyeke yekgirtî pêk bînin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê di berjewendiya gelê Kurd û gelên Îranê de be.

- Keziyên Jînê bal kişand ser berxwedana pêşengên jin ên şoreşger ku li ser bingeha berxwedana jinê ya bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir. Şanoya bi cûreyê monolog pesnê keziyan dide.

- Şoreşa jinê, sûîqestên siyasî yên li dijî jinê, 27'ê Mijdarê, tecrîda li Îmraliyê, berxwedana gerîla, raperîna civakî ya li Rojhilat û bayê Jin, Jiyan, Azadî ji rojevên sereke yên hejmara meha dawî ya rojnameya Newaya Jinê bûn.