ROJEVA 2'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser şewata daristanên Kurdistanê daxuyanî da û got, "Hem ji bo xwedîderketina li qada jiyanî ya Kurdistanê hem jî ji bo meşandina têkoşîna demokrasî û azadiyê bi rengekî hevgirtî, divê têkoşîna ekolojîk li her derê bê birêxistinkirin û xurtkirin. Têkoşînek ji vê bêhtir mafdar û rewa nîne."

Di tûrikê gerîla de bîranîn hene ku her kêliya xwe bi berdêla destanekê ye. Berxwedana Aris Faris berdêlek bû ku demên bi berdêla emrekî afirand.

Berxwedêrên Zendûrayê ku li dijî dewleta Tirk a dagirker têkoşîneke mezin meşandin, beriya ku şehîd bikevin peyam dabûn û gotibûn, "Çi dibe bila bibe serketin a me ye."

Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mehmet Karataş anî ziman ku tecrîd li dijî qanûnê ye û greva birçîbûnê ya li dijî vê yekê tê kirin jî mafekî qanûnî û rewa ye.

Partiya Keskan a Swîsreyê êrişên li ser HDP'ê şermezar kir û got, "Ev têkoşîn dewam dike û em jî parçeeyk ji vê ne."

Li Misrê fosîlê balînayekî hate dîtin ku çar lingên xwe hene û 43 milyon salî ye.