ROJEVA 2'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.

- Dayik Şenyaşar û ewladê wê ji bo ferdên malbata xwe yên hatin qetilkirin 300 roj in ji bo edaletê nobedê digirin. Emîne Şenyaşar got, "Ev dewleteke çawa ye? Ev edaleteke çawa ye? Gelo hûn me di xew de nabînin?"

- Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku têkoşîna hevpar a jinan êdî pêwîstiyeke û got, "2022 wê bibe saleke welê ku em ê têkoşîna hevpar mezin bikin."

- Ji parêzerên destpêkê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar anî ziman ku modela li Îmraliyê li girtîgehan hemûyan û ji wir jî li tevahiya Tirkiyeyê hatiye belavkirin û got, "Tecrîd, şer, nêzîkatiya li girtiyên nexweş, krîza aboriyê bi nêzîkatiyeke giştî, bi berxwedaneke kolektîf wê çareser bibin."

- Parêzer Veysî Eskî biryara Saziya Tipa Edlî rexne kir ku li gel rapora têkildarî Aysel Tûglûk jî xwest ku li girtîgehê bimîne. Veysî Eskî destnîşan kir ku ATK ji niha û pê ve nabe bibe yekane cihê biryardanê.

- Mûhammed Alî ku li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirt, destnîşan kir ku Ocalan qîmeteke mezin dida tevahiya civakê û gelan.

- Ji malbata welatparêz a Gulo ya Rojava Gulistan diyar kir ku wê di 9 saliya xwe de Abdullah Ocalan nas kir û bi hêza jê wergirtî gihîşt vê astê. Gulistan Gulo niha li ser xaka xwe pêşengiyê ji têkoşîna jinê re dike.

- Rojnameya Serxwebûn di hejmara xwe ya taybet de cih da nivîseke ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan ku beriya niha qet nehatiye weşandin.