ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Kapasîteya îdeolojîk a PKK'ê sosyalîzma zanistî û rexnekirina sîstema reel sosyalîst hate xurtkirin. Asta polîtîk a PKK'ê jî li gorî berê gelekî bi pêş ketiye. -Abdullah Ocalan

- Çeteyê DAÎŞ'ê Mahmût Dundar anî ziman ku DAÎŞ'ê ji mehên navîn ên 2017'an û pê ve rêxistiniya xwe ya li Tirkiyeyê ji emîrtiyê veguherandiye wîlayetê.

- Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gulderen Varli bal kişand ser dijminatiya AKP'ê ya li jinan û got, kuştina jinê tê teşwîqkirin û desthilatdarî cesaretê dide mêran.

- Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) got, "Li dijî qirkirina jinê, em civaka azad û jin a azad diparêzin" û ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê banga tevlîbûnê kir.

- KON-MED'ê ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê yên li Elmanyayê banga tevlîbûnê kir.