ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endama Komîteya Navendî ya PKK Xalîde Engîzek, diyar kir ku dewleta Tirk li Zapê niha asê bûye û got, "Ne dikare bi pêş ve biçe, ne jî bi paş ve. Ji ber derbên gerîla gêj bûye."

- Endamê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Ferzende Mûnzûr got, yên ku nikarin berxwedana li Îmraliyê bişikînin hewl dibin bi sîstema tecrîdê û êrişan îradeya gelê Kurd bişikînin û destnîşan kir kir ku nikaribin encamê bi dest bixin.

- Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ozgur Erol got, "Abdullah Ocalan ji bo jiyana hevpar a gelan her tim bi kûrahî û cidî xebitî ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyarên çareseriyê yên berfireh kiriye."

- Endama Encûmena Bilind a Zerdeştiyên Kurd Fayîze Fuad wek kesayetiyeke Zerdeştî piştevaniya xwe ya ji bo kampanyaya “Ji Kurdan re edalet” ragihand û got; “Em hemû piştevanê PKK’ê ne.”

- Derhêner Haşim Aydemîr anî ziman ku wî bi gotina 'Eger em sînemeya xwe çênekin, em qala gelê xwe nekin, kes qalê nake" dest bi sînemayê kiriye û bal kişand ser tevkariya sînemayê ya li pêvajoya azadiyê.

- Roja Şemiyê li Elmanyayê roja herî germ a salê bû. Li Fransayê jî servîsa rewşa hewayê qala 'rewşeke awarte' kir. Li Spanyayê jî ji sala 1950'î û vir ve pêla herî germ a Hezîranê heye.

- Zanyaran îdîa kirin ku wan çaleke reş tespît kirine ku ewqasî mezin e; sîstema me ya Rojê bi temamî dikeve navê.