ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- PKK’ê Tevgera Kurd kir xwedî naverokeke demokratîk û sosyalîst, bi stratejiya şerê gel ê demdirêj ve girêda, kir ku li nava dinyayê bê naskirin, di serî de gelê Tirk li ser bingehê azadî û wekheviyê ji bo jiyana hevpar a bi gelên cîran re amade kir. Abdullah Ocalan - Beşa 2'emîn.

- Efrînê, bi destpêkirina Şoreşa Rojava re li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk timî li ber xwe da. Li gel derfetên herî kêm jî berxwedan nesekinî û teslîmiyet çênebû.

- Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Hesen Hecî bal kişand ser alozî û nakokiyên li ser Şengalê û diyar kir ku Iraq nikare biryarê li ser gelê Iraqê bide, lewaz bûye; hinek biryar didin ew pêk tîne. Hecî bang li Êzidiyan kir ku daxwaza mafê xwe û heqê xwe bikin.

- Li Wanê, gundiyên ku giliyê leşkerên êrişkar kirin, ketin ber lêpirsînê. Dozgeriyê xwest gundî bêne cezakirin.

- Çîrokbêj Ayhan Erkmen diyar kir ku çîrok ruhê civakê ye û ji hişê civakê re dibe alîkar.