ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku sedema bingehîn a tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan astengkirina daxwaza çareseriyê ya pirsgirêka Kurd e û got, "Dengê Abdullah Ocalan hêviya gel e."

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û got, "Em gelê Kurd divê hevgirtî û yek bin."

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê: Bi navê YPJ'ê em piştgiriyê didin jinên Efgan û dibêjin, çi dibe bila bibe pêwîste jinên Efganistanê xwe bi vîna azad birêxistin bikin û têkoşîna xwe li hemberî hêzên desthilatdar diyar bikin. Pêwîste neyê ji bîrkirin ku hêvî ji serketinê hêjatir e.

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Amed Malazgîrt salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û destnîşan kir ku wê bi biryardariyeke mezin serketinê bi dest bixin.

Ji fermandarên HPG'ê Davût Karasû bi bîr xist ku têkoşîna azadiyê ya ku dewleta Tirk digot, 'Em ê di nava 24 saetan de biqedînin' 37 sal li pey xwe hişt û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê ya bi pêşengiya hevalê Egîd hîmê berxwedanê danî."

PDK tevî dewleta Tirk bi propaganda reşkirinê û sozên derewîn dixwaze xelkê herêmê li dijî gerîla bike cerdevan.

Li herêma Sîbîrya ya Rûsyayê li nêzî çemê Semyûelyakhê cesedê çêlikê şêrekî yê 28 hezar salî hate dîtin. Zanyaran diyar kirin ku organên çêlikê şêr hînê zerar nedîtine.