ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Di astekê de ku qirkirina çandî li ber serketinê bû, birêxistinkirina tevgera neteweyî ya Kurd dişibiya saxkirina mirî. PKK a îdeolojîk soza hêviya jiyana azad dida. Lê belê bêyî şer azadî bi dest nediket. Beşa 2'emîn.

- Endama Komîteya Navendî ya PKKê Xalîde Engîzek: PKK, bû hêza guhertin û veguhertinê. Ji bo wê jî bû çira, bû hêvî û vîn, bû fikreke hemdem ji bo gelê Kurd û her kesê/a azadîxwaz. Cara yekem li dora vê partî û vê hişmendiyê civaka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê qedera wê tê guhertin û civakbûneke li ser hîmê pîvanên xwebûnê kom dibe.

- Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişên li ser herêmê dixwaze tirsê bixe nava gel û destnîşan kir, ku bi îradeya gelê xwe wê li hemberî van êrişan bi ser bikevin.

- Dayika Navda Dînç (Bêrîtan Amed Evren) qala keça xwe kir û anî ziman ku keça wê her tişta dixwest teqez bi ser dixist.

- Tunebûna girseyî ku beriya bi 250 milyon salî ji sedî 90 ê cûreyan ji holê rakir, ji ber teqîneke volkanîk bû ku cîhan xist nava zivistaneke qeşagirtî.