ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.

- Sozdar Avesta diyar kir ku Meşa Gemlîkê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin pêngaveke nû ye û got “Bi milyonan kesan azadiya Rêber Apo xwestin."

-Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Amed diyar kir ku wê artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk biçe û got “Dijmin wê ji gerîla derbê bixwe lê ew ê nizanibe gerîla ji ku li wan xist.”

-Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk qala Sema Yuce kir ya ku di Hezîrana 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê di çalakiyê de şehîd bû û got “Heval Sema rê nîşan dide, peywirê dide me.”

-Wê li Berlînê bi organîzebûna saziyên mafên mirovan û hiqûqnasan forûmeke du rojan a bi navê ‘Qedexeya li ser PKK’ê ya 28 salan: Niha jî em diaxivin’ were lidarxistin.

-Malbata Şeşo ya li Şengalê wekî mînyatura xanedaniya Barzaniyan e. Di nav Kurdan de malbata Barzanî çi îfade dike, di nav civaka Êzidî de jî malbata Şeşo heman tişt e.

-ANF’ê xwe gihand operasyona ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî di 16’ê Hezîranê de li sê gundên Cerablûsê kiribû. Careke din hate îspatkirin ku ev herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de herêmên ewle yên DAÎŞ’ê ne.

-Hevberdeka HDK’e ya Enqereyê Dîlek Yilmaz diyar kir qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê tê wateya êrîşa li ser îradeya gelê Kurd.