ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildar wê bêne şopandin.

Bûyerên têkildarî Heyeta Aştiyê wê werin şopandin, ku ji aliyê PDK'ê ve têne astengkirin.

Wê merasîma cenazeyê Denîz Poyraz a HDP'î bê kirin û çalakiyên şermezarkirinê bêne şopandin.

Zafer Tolhildan li herêma Avaşînê di nava yekîneyeke gerîla de bû. Çawa ku bi jiyanê ve dilsoz bû, zanîbû ku jiyan li Kurdistanê bêyî têkoşînê nabe.

ji Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker destnîşan kir ku divê ciwanên Kurdistanê potansiyel, hêz û hişmendiya xwe hemûyî bixe dewrê û seferber bibe.

Gerîlaya HPJ'ê Avesta Cûdî bang li wan jinan kir ên li nava dîwarên civakeke zayendîparêz hepis bûne û got, "Her jin xwedî wê hêzê ye ku çarenûsa jê re hatiye destnîşankirin biguherîne."