ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- "Hakî Karer baweriya xwe bi wê dianî ku şoreşa Kurdistanê mifteya şoreşên gel ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Tevî ku bi eslê xwe ne Kurdistanî bû, vê baweriya wî kir ku zû tevlî têkoşîna li Kurdistanê bibe." (Abdullah Ocalan)

- Hejmara polîsên faşîst ên bi eslê xwe Tirk bi taybetî li nava emniyeta Berlînê salên dawî zêde bû. Li gel hişyariyên pisporan jî ev polîs hîn jî li xwepêşandanên Kurdan têne wezîfedarkirin.

- Siyasetmedarê Kurd Salih Muslim anî ziman ku plana 'vegerandina milyonek penaberî' ya dewleta Tirk, ji bo guhertina demografiya xaka dagirkirî ye. Muslim got, li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirinz ilm heye, lewma mirov jê direvin.

- Gerîlayan diyar kirin ku artêşa Tirk di operasyonên dagirkeriyê de cerdevanan bi kar tîne û destnîşan kir ku li gel êrişan jî bi berxwedana Zap û Avaşînê re wê dijmin têk bibin.

- Li Spanyayê, hikumeta çepgir ji bo jinên ku ji ber mehikê diêşin, pêşnûmeyek li ser 'destûra manstruelê' pêşkêş kir. Ev yek li Ewropayê hewldaneke nû ye.

- Emerîkayê li ser cismên ku nayên pênasekirin, piştî 50 salan yekemcar civîneke taybet lidar xist. Di rûniştinê de hate gotin, "Bûyerên hewayî yên nayên pênasekirin" zêde bûne.