ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Di vê pêvajoyê de ku li ser asta navneteweyî ji bo derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteyên rêxistinên terorê' kampanya têne meşandin, me nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser pêvajoya destpêkê ya avabûna PKK'ê berhev kir.

- Tunelên şer ku mohra xwe li pêvajoya dawî xistin û kirin ku artêşa dagirker li cihê lê ye biçike, taktîka nû ya gerîla ye. Tunelên şer di heman demê de cih û warê nû yê berxwedanê ne.

- Kongreya Star ku sala 2005'an ji aliyê jinên li Rojavayê Kurdistanê ve bi navê Yekîtiya Star hîmên wê hatin danîn, ji sala 2016'an û pê ve bû sîwana hevpar a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

- Li ser sînorê Tirkiye û Îranê drama penaberan dewam dike. Endamê Desteya Rêveber a Baroya Wanê Mahmût Kaçan got, gilî û serlêdan li wan hatiye kirin ku leşkerên Tirk li ser sînor êşkence li penaberan kirine.