ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Têkoşîna çekdarî ya PKK'ê serweriya dijmin şikand, civaka Kurd zane kir, wêrekî, fedakarî û îrade afirand. Kir hêzeke rêxistinbûyî. Jinên Kurd perwerde û bi rêxistin kir."

- Ji fermandarên YJA Starê Jiyan Reşît destnîşan kir ku PKK ji bo jinên Kurd bersiva bêhempa ya li pirsa 'Divê çawa bê jiyîn' e.

- Ji rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Evdilkerîm Omer ku ji bo hevdîtinan ev demeke li Swêdê ye, destnîşan kir ku ew ne li dijî endametiya Swêdê ya li NATO'yê ye, lê belê berdêla vê yekê jî divê ne Kurd be.

- Gerîlaya YJA Starê Zeryan Esmer Botan qala 122 rojên li Tunelên Şer ên Werxelê kir.

- Gerîlayên ku li qadên berxwedanê yên Zapê li du droneyan xistin û îmha kirin, anîn ziman ku dewleta Tirk teqemenî li droneyan bar kir, hewl da li pêşiya tunelên şer biteqîne lê belê bi ser neket.

- Xwediyê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen bal kişand ser zext û astengiyên li pêşiya weşangeriya Kurdî û tirsandina rojnamevanên Kurd kir û got, li gel her tiştî wê weşangeriya Kurdî dewam bikin.