ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê bên şopandin.

- "Bi pêvajoyeke berxwedanê re ku di pêşengiya PKK'ê de bi taybetî bi pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an bi pêş ket û gelekî zehmet derbas bû, ne tenê pêşî li tasfiyebûna rastiya Kurdan hate girtin, di rêya azadiyê de gavên girîng hatin avêtin." Beşa 1'emîn.

- Fermandarê Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger mijarên di rojevê de nirxand û bang li partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi hevre têkoşîneke hevpar ava bikin.

- Rûspiyên eşîrên Al Hewas û Afadile yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bang li penaberên Sûriyeyî kirin û gotin, "Rojava roj bi roj bi pêş ve diçe. Li welatê xwe vegerin."

- Aktîvîsta Norwêcî ku tevî heyeta KNK'ê li ser sînorê Polonyayê ye Lida Weerts bal kişand ser rewşa metirsîdar a ku koçber di nav de ne û got, divê Ewropî rabin ser piyan.

- Dozgeriya Komarê ya Wanê, di îdîanameya li ser dosya darizandina 18 rêveberên MEBYA-DER'ê de, beşdariya li merasîma cenazeyên gerîla, veşartina cenazeyên gerîla û çêkirina kêlan weke 'sûc' pênase kir.