ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.
- Ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê Sorxwîn Avesta got, "Dema ku me navê 'Pençe-Kîlît' bihîst, me got; em ê wan li Zapê kîlît bikin û me bi vî rengî kir. Em ê nehêlin ku derkevin."
- Fermandara Biryargeha Navenda YJA Starê Zozan Çewlik destnîşan kir ku şer ne tenê li Kurdistanê ye û got, "Encamên vî şerî jî wê ne tenê li Kurdistanê be."
- Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, leşkerên Tirk ên dagirker ber bi kûrahiya Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kişandin û piştre lê dan. Dîmenê vê çalakiyê jî kişandin.
- Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş anî ziman ku ew gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Minbic û Til Rifetê cidî dibînin û destnîşan kir ku ew ji şerekî mezin ê parastinê re amade ne.
- 'Keça serhildêr a Agiriyê' Sema Yuce beriya niha bi 24 salan di 17'ê Hezîrana 1998'an de piştî 84 rojên ji berxwedana ji bo jiyanê, şehîd bû.
- Koordînasyona PAJK'ê di şexsê Sema Yuce de şehîdên Hezîranê bi bîr anî û got, "Şehîd daxwaza me ya azadiyê mezin dike, ji bo têkbirina dijmin hêzê didin me û mizgîniya serketinê didin."
- Bi pêşengiya saziyên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqnasan wê di 18-19'ê Hezîranê de bi navê "Qedexeya li ser PKK'ê ya 28 salan: Em niha diaxivin" forûmeke ji 2 rojan tê lidarxistin.