ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Gerîlayên ku sê meh in li keleha Tepê Sor li ber xwe didin, diyar kirin ku artêşa Tirk li hemberî stratejiya parastin-êrişê ya gerîla nikare encamê bigire û ew dikarin hîn bi salan li ber xwe bidin.

Gerîlayên ku bêyî windahî ji dehan çalakiyên li herêma Avaşînê vegeriyan, piştî çalakiyê dîmenê êrişên artêşa Tirk dikişînin.

Hin ji aktîvîstên Behdînanî yên ji aliyê dadgeriya PDK'ê ve hatine girtin ketin greva birçîbûnê. Vê yekê têkoşîna wan a mafdar kir rojeva sereke ya xelkê Başûr. Raya giştî li bendê ye ku Nêçirvan Barzanî erka efûyê bi kar bîne.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bang li her kesî kir ku 18'ê Îlonê beşdarî çalakiyên li Ewropayê yên ji bo xwedîderketina li HDP'ê bibin.

Navenda Çand , Huner û Ziman a ARSÎSA li Wanê dest bi kar kir.