ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Kekê girtiya nexweş Rûken Yildiz Ferhat Yildiz diyar kir ku xwişka wê ya ji Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hatiye veguhastin 7 meh in di hucreya yek kesî de tê hiştin û got, rewşa wê giran dibe.

- Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku li Iraqê eger rewş bi vî rengî dewam bike wê ji bo Iraqê û Başûrê Kurdistanê metirsîdar be.

- Rêxistinên ciwanan ku îsal bi dirûşma "Em ê bi îradeya ciwanên Apoyî Rêber Apo azad bikin" wê ji Sierentzê heta Strasbourgê bimeşin, bernameya Meşa Dirêj eşkere kirin.

- Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, xaniyên ji kevir li gorî taybetmendî û xemla xwe nehatin restorekirin. 14 xanî jî ji hilweşandinê re hatin hiştin.