ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît bûyerên siyasî yên rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê û polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li dijî jinê ji ANF'ê re nirxand.

- Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs ku ji bo koçberên li ser sînorê Polonya-Belarusê li herêmê ye, bal kişand ser metirsiya rewşê û banga "cih û warê xwe neterikînin" li Kurdistaniyan kir.

- Dadgeha Îdarî ya Kolnê daxuyaniyên provokatîf ên polîsên Elman ên beriya xwepêşandana ji bo piştgiriya Rojava dabû, li dijî qanûnê dît.

- Renato Tukacs ku dema ji Macaristanê hate Kurdistanê li zexta leşkerên Tirk rast hat, wiha got "Ez ê timî bêm Dersimê. Tevî van pirsgirêkan jî hevalên min ên bedew li vir çêbûn. Heqîqet û bedewî sînoran û zextê nas nake."