ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan ji gerîlayên li Metîna, Avaşîn û Zapê re axivî û got, "Li ser 2 tiştan divê gerîla baldar bin. Ya yekê; bi aqil, sebir, wêrek û bi plan tevbigerin. Ya duyemîn jî; şerê parastina aktîf xurtir bikin."

- Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê got, Salih Cizîr dema ku li Mexmûrê bi fedakariyeke mezin xizmet ji gelê xwe re dikir, 5'ê Hezîrana 2021'ê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. Komîteyê diyar kir ku wê hesab ji dewleta dagirker û xayinan bê pirsîn.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ji bo meş û mîtînga 25'ê Hezîranê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê li her kesî kir û got, "Ev çalakiya me divê bibe asta herî bilind a hemû çalakiyan."

- YJK-E'yê ragihand ku ji bo 16'emîn Festîvala Jinê ya Zîlan hemû amadekarî temam bûne û bang li jinan kir ku tevlî bibin.

- Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatih Ferec diyar kir ku faşîzma Erdogan pêşiya bi hev re jiyanê digire û got, “Mînaka dawî ya vê pêşîgirtinê jî destgîrkirina 20 rojnamevanên Bakurê Kurdistanê bû.”