ROJEVA 16'Ê COTMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Cotmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin, wê bên şopandin.

- Çalakiya 'Nobeda Azadiyê', ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, di hefteya 330'î de ye. Nobedarên vê hefteyê koma ji bajarê Marsîlya yê Fransayê ye.

- Yekîtiya Parlamanteran a Navneteweyî û Meclîsa Parlamanteran a Konseya Ewropayê ragihandin, wekîlên jin ên li parlamentên Ewropayê dibin hedefa êrîşên zayendî, îstîsmar û şîdetê.

- Endama Desteya Rêveber a CÎSST'ê Korkût got, li qawîşên ji 12 kesî nêzî 30 kes dimînin, lewma girtî bi dorvegerî radizên. Korkût diyar kir, êşkenceya li girtîgehan êdî rûtîn bûye.